Ji bo 27 kesan ji ber FETOyê biryara binçavkirinê

Di lêpirsîna Midûrê Ewlekariyê yê şehîd Altug Verdi da bo 27 kesan ji ber FETOyê biryara binçavkirinê

Ji bo 27 kesan ji ber FETOyê biryara binçavkirinê

Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya İstanbulê da hat tesbîtkirin ku peywendiya polês Îsmaîl Hakki Saricaoglu bi Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ra heye ku hat îdiakirin 11ê berfanbara 2018an daxwaza guhertina ciyê peywirê kir, lêbelê ji ber ku bersiva neyênî sitand, li meqamê midûriyeta ewlekariya parêzgehê êrîşa çekdar kir û Midûrê Ewlekariyê yê berê yê Rîzeyê Altug Verdi şehîd kir, Midûrê Şaxa Personel Ercan Polat giran birîndar kir, polêsê pasevan Yigitcan Koksal jî bi sivikî birîndar kir.

Di lêkolînên li ser têlefona mobîl a Saricaoglu, maîl û herwiha hesabên wî yên medyaya civakî da nasnameyên mensûbên rêxistinê yên din ên di nava heman sazûmaniya hucrikê da jî hatin tesbîtkirin. Derket holê ku di nava sazûmaniyê da 27 kes hene ku jê doktor, polês, lêkolîner, mamoste û xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Cihanê ne.

Ji bo 27 kesên ku 9 jê polêsên aktîf in biryara binçavkirinê

Li ser geşedana navborî, Serdozgeriyê ji bo 27 kesên ku 9 jê polêsên aktîf in biryara binçavkirinê derxist. Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya İstanbulê ji bo desteserkirina berşikan li Îstanbul, Adana, Bursa, Rîze, Samsun, Trabzon û Nevşehirê operasyona dan destpêkirin.

Hat ragihandin ku di operasyonê da gelek berşik hatin desteserkirin û lêgerînên li navnîşanan jî dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE