Ji bo 30 hezar xebatkarên tenduristiyê mizgîniya îstixdamê

"Me pêvajo da destpêkirin ku îsal em 29 hezar û 689 xebatkarên nû yên tenduristiyê di kamûyê de îstixdam bikin."

Ji bo 30 hezar xebatkarên tenduristiyê mizgîniya îstixdamê

Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku vebala rewşa alema Îslamê ya ku nebaş diçe bi taybet di sitûyê misulmanan de ye û wiha got, "Heke em bi xwe, xwedî li biratiya xwe ya 1400 salî dernekevin, heke em bi xwe hiqûqa xwe biratiyê bilind nekin, gere em jibîr nekin ku dê wê xelk vê li ser navê me bikin."

Erdogan li Hola Pêşangehê ya Kulliyeya Serokomariyê demas fitarê digel xebatkarên tenduristiyê civiya. Erdogan spasiyên xwe gihandin hemî mezûmvanên ku îcabeta dawetê kirine û remezana hemî xebatkarên tendirustiyê pîroz kir.

Serokomar Erdogan got, "Dîktatoran herwekî li Sûriyeyê kirin, tenê ji bo parastina îqtîdara xwe, bê naskirina ti qural, exlaqê welatê xwe dikin enqaz. Dema em li çar aliyê cografyaya xwe dinerin mixabin em cografyayeke ya Îslamê ku birçiyê aşitî, aramî, asûdeyê ye dibînin."

Erdogan wiha pê de çû:

"Vebala rewşa alema Îslamê ya ku nebaş diçe bi taybet di sitûyê me de ye, di sitûyê misulmanan de ye. Heke em bi xwe, xwedî li biratiya xwe ya 1400 salî dernekevin, heke em bi xwe hiqûqa xwe biratiyê bilind nekin, gere em jibîr nekin ku dê wê xelk vê li ser navê me bikin. Yên ku bi destpêka îmsakê re dest bi îbadeta rojîgirtinê dikin, yên ku rojê 5 caran berê xwe didin heman qubleyê, yên ku baweriya bi heman xulqênerî, bi heman pirtûka pîroz tînin, dema berê çeka xwe bidin hevdu û hevdu bi xwînxarî bikujin, wate ew e ku şaşiyên zêdetir di vê meseleyê de hene."

 Îsal dê 29 hezar û 689 xebatkarên nû yên tenduristiyê bên îstixdamkirin

Serokomar Erdogan got, "Me pêvajo da destpêkirin ku îsal em 29 hezar û 689 xebatkarên nû yên tenduristiyê di kamûyê de îstixdam bikin. Înşallah di asta yekem de emê 12 hezar personelên tenduristiyê werbigirin."AA

Dîroka nûkirinê: 28 Gulan 2019, 17:42
Şîrove Bike
ŞÎROVE
hesen
hesen - 4 hafta Berî

bi rastî ev xeberek baş bû

tuncay
tuncay - 4 hafta Berî

gelek baş e

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE