Ji bo 31 bikarhênerên ByLockê biryara binçavkirinê

Di daxuyaniya Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê da hat diyarkirin ku encama analîzên HTSyê û nivîsan da der barê 31 şikbarî da biryara binçavkirinê hat dayîn.

Ji bo 31 bikarhênerên ByLockê biryara binçavkirinê

Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê bi hinceta bikaranîna ByLocka bernameya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ji bo 31 şikbarî biryara binçavkirinê da.

Di daxuyaniya Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê da hat diyarkirin ku encama analîzên HTSyê û nivîsan da der barê 31 şikbarî da biryara binçavkirinê hat dayîn.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Ankarayê li gor biryarê li 10 bajarî operasyon kirin. Di operasyonan da 12 şikbar hatin binçavkirin, ji bo derdestkirina şikbarên din xebat dewam dikin.

Hat gotin ku 4 şikbar ji wezifeyê hatine îxrackirin, 8 şikbar jî li ser wezifeyê ne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE