Ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya berfê
VAN (AA) - Ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya berfê hat dayîn.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewravî û car caran berfeke giran ew bibare.
Li herêmê germahiya hewayê ew ê ji ya demsalê kêtir be, bayê ji aliyê başûr ra rabe.
Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Wanê 1, li Mûş û Bidlîsê di binê sifirê da 1, li Hekariyê di binê sifirê da 3 pile be.
Li herêmê cemedê çêbe mijê bikeve û pukê rabe, rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira ji bo xetereya aşîtê ji berpalan dûr bisekinin û bê tevdîr dernekevin rê.
AA