Ji bo 4 bajaran hişyariya berf û şilopeyê

Ji bo Van, Bitlis, Hakkari û Muşê hişyariya berf û şilopeyê hat dayîn.

Ji bo 4 bajaran hişyariya berf û şilopeyê

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li tevahiya herêmê hewa wê pir ewrayî be.

Germahiya hewayê wê li gor demsalê di navbera 4 û 8 pileyan da zêde be. Ba wê ji hêla başûr û rojava nerm û car caran jî niveqewî rabe, li Gola Vanê jî ji milê rojhilat û rojavayê bakur cih cihan bi hêza 2 û 4 kîlometreyî rabe.

Tê payîn ku di nav rojê da germahiya herî zêde li Vanê 6, li Hakkari, Bitlis û Muşê 5 pile be, tevahiya herêmê berf, baran û şilope bibare.

Ji ber xetereya şepeyê ya li berwarên bilind, cemed û qeşayê hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin û tevdîrên xwe bibînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE