Ji bo 4 bajaran hişyariya cemed û şepeyê

Meteorolojiyê ji bo Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê hişyariya cemed û şepeyê da

Ji bo 4 bajaran hişyariya cemed û şepeyê

Ji bo 4 bajarên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê hişyariya cemed û şepeyê hat dayîn. 

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa dê pir û perçe ewrayî be û herwiha li dewrûbera Wan û Hekariyê şilope û berf dê bibare. 

Li herêmê herwiha danê sibê û bi şev dê hişkî û cemed bikeve erdê û cih cihan jî dê mij û bûsî çêbe. Di pileyên germahiyê da guhertineke girîng dê çênebe. Ba wê ji milê bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe. 

Germahiya herî nizim li herêmê di bin sifirê da li Bidlîsê 9, li Wanê 4, li Mûş û Hekariyê jî 2 pile hat pîvan. 

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya herî bilind jî dê li Mûşê 7, li Bidlîs û Hekariyê 3 û li Wanê jî 2 pile be. 

Li Gola Wanê jî hewa dê pir ewrayî be û ba dê ji rojava û başûrê rojava, bi demê ra jî ji bakurê rojava bi 2-4 hêzê va were. 

Welatî û berpirs divê li hemberî cemedê û îhtimala şepeya ku dibe li tevahiya herêmê li deverên bilind were, baldar bibin. 

Dîroka nûkirinê: 20 Adar 2019, 16:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE