Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li tevahiya herêmê hewa wê perçe ewrayî û kêm ewrayî be.
Germahiya hewayê wê li gor demsalê di navbera 5 û 8 pileyan da zêde be. Ba wê ji hêla başûr û rojava nerm û car caran jî niveqewî rabe, li Gola Vanê jî ji milê rojhilat û bakurê rojava cih cihan bi hêza 2 û 4 kîlometreyî rabe.
Tê payîn ku di nav rojê da germahiya herî zêde li Vanê 7, li Hakkariyê 6, li Bitlisê 5 û li Muşê jî wê 3 pile be.
Ji ber xetereya şepeyê ya li berwarên bilind, cemed û qeşayê hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin û tevdîrên xwe bibînin.
AA