Ji bo bajarên Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya şepe, qeşa û cemedê hat dayîn.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14mîn a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewa wê perçe û pir ewravî be.
Serê sibê û şev qeşa û cemed wê çêbibe, dem demî jî mij û moran wê bê dîtin.
Germahiya hewayê ya herêmê wê li gor demsalê be, ji aliyên rojahilat û başûr bayekî nerm, car caran jî nîveqewî wê rabe.
Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê ya herî zêde li Wanê 5, li Bidlîsê jî sifir, li Mûş û Hekariyê jî sifir di binê sifirê da 3 pile be.
Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira ji ber talûkeya şepeyê ji berpalan dûr bisekinin û bê tevdîr dernekevin rê.
AA