Ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya berf û şepeyê hat dayîn.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14emîn a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li tevahiya herêmê hewa wê pir ewravî be û berfê bibare.
Li herêmê ber destê sibê û bi şev cemedê çêbe, mijê bikeve û pûkê rabe.
Germahiya hewayê wê li gor demsalê be, bayê ji aliyê başûr û rojhilatê ra rabe.
Serê sibê û bi şev dem demî cemed û hişkî, mij û moran wê çêbibe.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê ya herî zêde wê li Wanê 5, li Hekarî, Mûş û Bidlîsê jî pileyek be.
Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira baldar bin, ji ber xetereya şepeyê ji herêmên berpal dûr bisekinin û bê tevdîr nemînin.
AA