Ji bo 4 bajarên herêma Rojhilatê hişyariya ba û berfê

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14mîn a Meteorolojiyê li tevahiya herêmê hewa wê pir ewrayî û berf be.

Ji bo 4 bajarên herêma Rojhilatê hişyariya ba û berfê

Ji bo Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê hişyariya ba ûberfê hat dayîn.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14mîn a Meteorolojiyê li tevahiya herêmê hewa wê pir ewrayî û berf be.

Li navçeyên başûr yên Wan û Mûşê îro, li Bidlîs û Hekariyê jî sibê wê berfeke zêde bibare.

Germahiya hewayê w li gor demsalê be, ji aliyê başûr û rojhilat bayekî xurt wê rabe, car caran jî ew ê wek bagerê dewam bike.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Wanê 5, Hekariyê 2, li Mûş û Bidlîsê jî pileyek tê texmînkirin.

Li herêmê ji ber berf, qeşa, lehî, mij û dûmanê hat xwestin ku şofêr û welatî baldar bin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE