Ji bo Van, Hakkarî, Bitlis û Muşê hişyariya cemed û şepeyê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê li tevahiya herêmê hewa dê parçe û kêm ewrawî be.
Li herêmê germahiya hewayê dê di asta demsalê da be û ba ji aliyê başûr û rojava va nerm car carna jî nîveqewî, li Gola Vanê jî ji rojhilat û bakurê rojhilat dê di saetê da di hêza 10-30 kîlomêtroyê da bê.
Tê payîn ku di nav rojê da germahiya herî bilind li Vanê 4, di bin sifirê da li Muşê 6 li Hakkarî û Bitlisê jî 1 pile be.
Ji ber xetereya şepeyê ya li berwarên bilind ên ku lê berf zêde ye, cemed û qeşayê hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin û tevdîrên xwe hildin.