Ji bo 4 bajarên Rojhilatê Anadoluyê hişyariya baranê

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrayî be, bi navber barana gur wê bibare.

Ji bo 4 bajarên Rojhilatê Anadoluyê hişyariya baranê

Ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya barana gur hat dayîn.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrayî be, bi navber barana gur wê bibare.

Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be.

Germa hewayê ya herî zêde li Mûşê 16, li Wan û Hekariyê 15, li Bidlîsê 13 pile tê payîn.

- Li Hekariyê mij çêbû û barana gur barî

Li Hekariyê barana gur bi şev dest pê kir û jiyan kir tengasiyê.

Li navenda bajêr û li deverên bilind mij çêbû û mesafeya dîtinê kêm bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE