Ji bo 4 bajarên Rojhilatê Anadoluyê texmîna baranê

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be.

Ji bo 4 bajarên Rojhilatê Anadoluyê texmîna baranê

Hat ragihandin ku li Erzirom, Qers, Erdexan û Erzincanê şiliyê bibare.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be.

Tê texmînkirin ku piştî nîvro li Erzirom, Qers, Erdexan û Erzincanê baran bibare.

Germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be dibe ku car caran bayê guj rabe.

Bi şev germahiya hewayê li Qersê 5, li Agiriyê 6, li Erdexanê 8, li Erziromê 9, li Tunceliyê 13, li Erzincanê 14 û li Îdirê jî 18 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Îdirê 34, li Tunceliyê 31, li Erzincan û Agiriyê 28, li Erzirom û Qersê 25, li Erdexanê 22 pile be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE