Ji bo Van, Bitlis, Muş û Hakkariya bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û şepeyê hat dayîn.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê perçe ewrayî û kêm ewrayî be.
Li herêmê germahiya hewayê wê zêde neguhere, ba wê ji aliyê bakur û rojhilat rabe. Li Behra Vanê jî bayê ji aliyê rojhilat û bakurê rojhilat ra di nav saetê da qasî 10-30 kîlomêtro xurt rabe.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê ya rojê ya herî zêde li Vanê 2 pile, li Muşê di binê sifirê da 4 pile, li Bitlis û Hakkariyê jî di binê sifirê da pileyek be.
Ji ber talûkeya şepeyê û cemedê hişyarî hat dayîn ku bila rayedar û welatî baldar bin û tevdîrên xwe hildin.
AA