Ji bo 4 bajarên Rojhilatê hişyariya cemed û şepeyê

Ji bo 4 bajarên Rojhilatê hişyariya cemed û şepeyê

Ji bo Van, Bitlis, Muş û Hakkariya bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û şepeyê hat dayîn.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê perçe ewrayî û kêm ewrayî be.

Li herêmê germahiya hewayê ew ê zêde neguhere, bayê ji aliyê bakur û rojhilat ra rabe. Li Behra Vanê jî bayê ji aliyê rojhilat û bakurê rojhilat ra rabe.

Tê texmînkirin ku germahiya hewayê ya rojê ya herî zêde li Vanê 2 pile, li Muşê di binê sifirê da 4 pile, li Bitlis û Hakkariyê jî di binê sifirê da 3 pile be.

Ji ber talûkeya şepeyê û cemedê hişyarî hat dayîn ku bila rayedar û welatî baldar bin û tevdîrên xwe hildin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE