Ji bo Van, Hakkari, Bitlis û Muşa bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya aşîrê hat dayîn.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an ya Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewravî be, berfê bi navber bibare.
Li herêmê germahiya hewayê bi qasî 3-5 pileyan kêm bibe, bayê ji aliyê rojhilat û başûr ra rabe. Li Behra Vanê jî bayê ji aliyê rojava û başûrê rojava ra rabe.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Vanê 5, li Hakkariyê 2, li Bitlisê 0 û li Muşê di binê sifirê da 3 pile be.
Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira ji berpalên berf girtine dûr bisekinin dibe ku aşît bikeve, bira baldar bin û bê tevdîr nemînin.AA