Ji bo Van, Bitlis, Mûş û Hakkariya bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya aşîtê hat dayîn.
Di daxuyaniya midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewravî be tê texmînkirin ku berfê bibare.
Dibe ku cemed çêbe ji ber vê ji welatî û ajokaran hat xwestin ku bira baldar bin û bê tevdîr nemînin.
Li herêmê germahiya hewayê ew ê dakeve lêbelê ji ya demsalê zêdetir be, bayê ji aliyê başûr û başûrê rojavayê ra rabe.
Li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî derbas bibe, li Behra Vanê jî bayê ji aliyê rojava û başûrê rojavayê rabe.
Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Van û Hakkariyê 4, li Mûşê 1, li Bitlisê jî 0 pile be.
Li herêmê bayê rabe ji ber berfa barî û ya bibare dibe ku li berpalan xetereya aşîtê çêbe, bira welatî baldar bin.
AA