Ji bo 5 parêzgehên li Rojhilatê Anadoluyê texmîna taviya bibirqetav

Ji bo 5 parêzgehên li Rojhilatê Anadoluyê texmîna taviya bibirqetav

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê tê texmînkirin ku li Erzurum, Ağrı, Iğdır, Kars û Ardahanê taviya bibirqetav were.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa perçe ewrayî û bi demê ra jî pir ewrayî be. Tê texmînkirin ku piştî nîvro li dewrûbera Erzurum, Ağrı, Iğdır, Kars û Ardahanê taviya bibirqetav were. Li herêmê germahî dê di asta demsalê da be û her wiha ba jî dê ji milê bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Li herêmê bi şev germahiya herî nizim li Karsê 10, li Ardahanê 11, li Erzurum û Ağrıyê 12, li Iğdır û Erzincanê jî 17 pile hat pîvan. Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Îdir 34, li Erzincanê 33, li Ağrıyê 30, li Erzurumê 27, li Karsê 26 û li Ardahanê jî 23 pile be.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE