Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo 5 zanîngehan tayîna rektoran kir
Biryarên Derbarê Tayînên ji Aliyê Serokomariyê ve di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.
Li gorî vê, ji bo Rektortiya Zanîngeha Bogaziçiyê Prof. Dr. Melih Bulu, ji bo Rektortiya Zanîngeha Pamukkaleyê Prof. Dr. Ahmet Kutluhan, ji bo Rektortiya Zanîngeha Zanistê ya Antalyayê Prof. Dr. Îsmail Yuksek, ji bo Rektortiya Zanîngeha Beykozê Prof. Dr. Mehmet Durman û ji bo Rektortiya Zanîngeha Çagê Prof. Dr. Unal Ay hat tayînkirin.
Erdogan ew tayînkirinên navborî li gorî benda 13emîn a Qanûna Hîndekariya bilind a bi hejmara 2547ê û li gorî bendên 2yemîn, 3yemîn û 7emîn a Biryarnameya Serokomariyê ya bi hejmara 3yê kirin.