Ji bo projeya tokîyê ya 50 hezar xaniyî li stenbolê pişkê dest pê kir. li stenbolê wê bi temamî 6 hezar û 300 xanî bên çêkirin.
Pişka ewil ji bo 4 hezar û 467 xaniyên ku wê li Başakşehirê bên avakirin hat avêtin.
Di vê kûrayê de wê 2 hezar û 338 kes bibin xwediyê malên 2 ode û salonek.
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum jî beşdarî pişkavêtinê bû.
Piştavêtin wê heya 19ê Tîrmehê xelas bibin û piştê wê jî dê avakirina xaniyan dest pê bike.
Wezîr Kurum got avahî herî dereng wê heya 36 mehan bên teslîmkirin.
Ji bo 2 hezar û 129 malên 3 ode û salonek jî wê di 27ê Hezîranê de pişk bên avêtin.
Pişkavêtin wê herî dawî ji bo avahiyên li Sîlîvri, Tuzla, Başakşehir Ayazma û Hoşdereyê bên avêtin.