Ji bo 6 bajarên Rojhilatê Anadoluyê hişyariya aşît û bahozê

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li herêmê bi giştî hewa dê pir ewrayî be. Li Erzurum Erzincan, Agri, Ardahan û Karsê tê payîn ku wê car caran berf, li Igdirê jî şilope bibare lê piştî nîvrojê jî wê cihê xwe ji baranê ra bihêle.

Ji bo 6 bajarên Rojhilatê Anadoluyê hişyariya aşît û bahozê

Ji bo Erzurum , Erzincan, Agri, Igdir, Ardahan û Karsê hişyariya aşît û bahozê hat dayîn.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li herêmê bi giştî hewa dê pir ewrayî be. Li Erzurum Erzincan, Agri, Ardahan û Karsê tê payîn ku wê car caran berf, li Igdirê jî şilope bibare lê piştî nîvrojê jî wê cihê xwe ji baranê ra bihêle.

Germahiya hewayê ya li herêmê wê li gor demsalê bin û ji alî başûr va wê ba bê û car caran wê tesîr zêde bibe û mîna bahozê xwedî tesîr be.

Li herêmê germahiya herî kêm a ku bişev hat pîvan di bin sifirê da li Ardahanê 7, li Erzurumê 5, li Erzîncanê 4, li Karsê û Agriyê jî 2 pile hat pîvandin lê li Igdirê germahî 2 pîle bû.

Hat gotin ku li herêmê wê berfê bibare û bahozê hebe û ji ber van jî di çûn û hatinan da dibe zehmetî çêbibin û ji welatiyan hat xwestin bila li hemberî aşît, qeşa û tiştên din bi tewdîr bin.

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2020, 13:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE