Ji bo 6 bajarên Rojhilatê hişyariya taviyê

Li Erzirom, Qers, Erdexan, Erzincan, Agirî û Îdirê taviyê çêbibe

Ji bo 6 bajarên Rojhilatê hişyariya taviyê

 Hat ragihandin ku li 6 bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê taviyê çêbibe.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî û pirewrayî be. Serê sibê li Erzirom, Erzincan, Qers û Erdexanê, piştî nîvro jî li tevahiya herêmê bi navber tavî û teyrok tê payîn.

Baran wê danê nîvro li Erzirom, Qers û Erdexanê cî bi cî bibare.

Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be.

Li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erdexanê 8, li Qersê 9, li Erzirom û Agiriyê 12, li Erzincanê 17 û li Îdirê 19 pile hat pîvan.

Di nav rojê da germa hewayê ya herî zêde wê li Îdir û Erzincanê 33, li Agiriyê 31, li Qers û Erziromê 29 û li Erdexanê 25 pile be.AA

Dîroka nûkirinê: 30 Tebax 2019, 16:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE