Ji bo 6 parêzgehên li Rojhilatê Anadoluyê texmîna taviya bibirqetav

Ji bo 6 parêzgehên li Rojhilatê Anadoluyê texmîna taviya bibirqetav

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê tê texmînkirin ku li Erzurum, Erzincan, Iğdır, Kars û Ardahanê taviya bibirqetav were.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa serê sibehê kêm ewrayî û sayî û bi demê ra perçe û pir ewrayî be.

Li herêmê tê texmînkirin ku piştî nîvro li dewrûbera Erzurum, Erzincan, Iğdır, Kars û Ardahanê taviya bibirqetav were.

Li herêmê germahî dê di asta demsalê da be û her wiha ba jî dê ji milê bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Li herêmê bi şev germahiya herî nizim li Karsê 9, li Ardahanê 10, li Erzurumê 15, li Ağrıyê 17, li Iğdırê 19 û li Erzincanê jî 20 pile hat pîvan.

Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Iğdır û Erzincanê 33, li Ağrı û Erzurumê 29, li Kars û Ardahanê jî 25 pile be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE