ji bo 81 wîlayetan giştnameya "Tedbîrên Girtina bi Temamî" hat şandin

Wezareta Navxweyî bi mijara "Tedbîrên Girtina bi Temamî" ji bo walîtiyên 81 wîlayetan giştname şand.

ji bo 81 wîlayetan giştnameya "Tedbîrên Girtina bi Temamî" hat şandin

Wezareta Navxweyî bi mijara "Tedbîrên Girtina bi Temamî" ji bo walîtiyên 81 wîlayetan giştname şand. 

Li gorî giştnameyê di rojên ku sînordarkirina derketina derve heye de, cihên xwarin û vexwarinê dê tenê bi awayî servîsa pakêtê bixebitin. 

Jibilî qadên krîtîk ên weke tendirustî û asayişê, xizmetên li kamûyê bi pîvana ku ji sedî 50yê personel derbas neke bi awayekî esxerî dê bê domandin.

Hebûna rezervasyonê di tesîsên hêwirînê de di maweya sînordarkirina derketina derveyê de dê miafiyeta derketina derve û kirina seyahata nav bajaran nede welatiyan.

Di maweya sînordarkirina derketina derveyê de tesîsên hêwirînê dê tenê xizmetê pêşkêşî kesên ku belgeya îzna seyahetê di rewşên mecbûrî de sitendine, bikin. Herwih yên ku belgeya wan a îzna seyahetê nebe, dê nikaribin bilêta balafir, trên, keştî û otobusê bibirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE