Ji bo amadehiya zivistanê li zeviyên xwe şev û roj dixebitin

"Em debara malên xwe bi çandinî û heywandariyê dikin. Niha dem dema giyadirûnê ye. Me jî dest bi kar kir"

Ji bo amadehiya zivistanê li zeviyên xwe şev û roj dixebitin

Li Arpaçaya navçeya Qersê gundiyên ku bi çandinî û heywandariyê debara mala xwe dikin li zeviyan şev û roj dixebitin. 

Hin zarok jî bi malbatên xwe re tên zeviyê û alîkariya wan dikin û car caran jî xwe ra dileyîzin. Lîstikên zarokan yên di nav part û lodên giya da dîmênên xweş û balkêş derdixin holê. 

Gelek hunermendên wênekêş jî tên herêmê û wêneyên malbat û zarokên wan dikşînin. 

Ji gundiyan Umît Yildirim daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku her sal di van deman de tên zeviyên xwe û dest bi dirûn û hilanîna debrê dikin. Yildirim got ew ji bo zivistanê ku heywanên xwe biçerînin giya didirûnin û wiha axivî:

"Em debara malên xwe bi çandiniyê û heywandariyê dikin. Niha dem dema giyadirûnê ye. Me jî dest bi kar kir. Em ji bo zivistanê niha amadehiyên xwe dikin. Zarokên me jî bi me ra tên. Zarok hem alîkariya me dikin û hem jî ji xwe dileyîzin. Em serê sibê tên vê derê. Heta evarê giyayê xwe kom dikin û piştra barî traktoran dikin û dibine embarên xwe."

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 16:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE