Tirkiye li bendê ye ku Emerîka têkiliya xwe ya bi rêxistina terorî PKK/YPG’ê re biqedîne. Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusi Akar eşkere kir ku ji bo YPG’ê alîkariya çekan a washîngtonê jî nayê qebûlkirin.
Wezîrê Parastina Neteweyî Akar ji bo beşdarî Foruma Ewlehiyê ya Navneteweyî ya Halifaksê bibe çû Kanadayê û li wê derê axivî.
Akar aciziya ji ber dîmenên eskerên Emerîkayê û terorîstên PKK/YPGyî anî ziman û got :”Em li bendê ne ku Emerîka wekî ku soz daye, têkiliya xwe ya bi rêxistina terorî YPGyê re bibire.”
Wezîr Akar got “Em qet qebûl nakin ku Emerîka bi kamyon û balafiran çek û teqemeniyan bide rêxistina terorî YPGyê.”
Akar diyar kir ku Tirkiye tu carî nahêle li ber sînorê wê yê başûr korîdora terorê ava bibe.
ÎADEKIRINA SERKÊŞÊ FETÖ’YÊ
Wezîr Akar: Me 85 klasor şandin Emerîkayê
Akar li ser îadekirina serkêşê FETÖyê Gülen jî xeber da û wis got: “ji bo îadekirina serkêşê rêxistina terorî û endamên wê, me 85 klasor û gelek belge şandin Emerîkayê.”