Ji bo aşiıyê ji bin Qur’anê derbas bûn

Du malbatên neyar bi saya rûspiyên bajêr li hev hatin...

Ji bo aşiıyê ji bin Qur’anê derbas bûn

Li Birecîka Rihayê du malbatên eqreba ku neyartiya hev dikirin, bi saya giregir û rûspiyên bajêr, hatin cem hev. Bi diayan li hev hatin û neyartiya di navbera xwe de qedandin.

Paşnavê wan heman e, lê di navbera wan de neyarî hebû.

Li Birecîka Rihayê du malbatên eqreba beriya demekê ji ber meseleyeke erd ji hev xeyîdî bûn.

Giregir û rûspiyên bajêr ketin navberê û mezinên herdu malbatan îkna kirin.

Ji bo merasîma aştiyê herdu alî hatin cem hev û yek bi yek ji bin qur’anê derbas bûn.

Her du malbat bi diayan li hev hatin û neyariya di navbera xwe de qedandin.

Herdu malbatan piştî merasîmê bi hevre xwarin xwar û kêxweşiya xwe anîn zimên.

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2019, 17:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE