Li Siwêrega Rihayê, gelek kesên li zozan û gundên ji navendê dûr, nikarin xwe bigihînin navendên aşiyê. Ji bo ku li bajêr rêjeya aşîkirinê zêde bibe, personelên tenduristiyê gund bi gund digerin û welatiyan aşî dikin.
Personelên tenduristiyê nabêjin dûr e û nûfusa wan kêm e, li seranserê Rihayê gund bi gund, tax bi tax digerin.
Ev der jî zozaneke Qerejdaxa bi ser Siwêregê ve ye.
Personel li cihên ku diçin ewilî bi mixtaran re têkîliyê datînin,,,
Bi riya wan ji şêniya gund re xeberê dişînin.
Personel ev cara duyem e, tên vê derê.
Tevî emrê xwe yê mezin, hêj di nav wan de, kesên ku aşiya ewil li xwe nedane hebûn.