Ji bo Ateşyan nameya Serok Erdogan

"Em ê ji bo sivikbûna êşên we û çareserkirina pirsgirêkên we bi we ra bin"

Ji bo Ateşyan nameya Serok Erdogan

Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat dayîn, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji Wekîlê Giştî yê Patrîk yê Ermeniyên Tirkiyeyê Aram Ateşyan ra nameyek şand.

Erdogan Patrîk Mesrob Mutafyanê ku di 8ê adarê da mir, bi rêzdarî bîr anî û serxweşî da malbat, eqrebayên wî û hemû cimaeta Ermeniyan û wiha dewam kir, "Ez Ermeniyên Osmaniyan ên ku di şert û mercên dijwar ên Şerê Cîhanê yê Yekemîn da mirin îsal jî bi îhtiram bîr tînim, serê neviyên wan sax be."

Erdogan bi bîr xist ku weke her împaratoriyên ku bela dibin di dewra Împaratoriya Osmaniyana dawîn da jî di nav sînorên wê û li erdnîgariyên cînar da krîzên însanî yên mezin derketin û wiha dewam kir:

"Ji ber nexweşiyên sarî, koç û zeîfbûna otorîteya dewletê bi destê çete û komên çekdar çalakiyên berhevdaniyê hatin kirin û ji ber van çalakiyan welatiyên din ên Osmanî jî mirin. Xwedê rehma xwe li wan jî bike. Civata Ermeniyan him di dewra Împaratoriya Osmaniyan da him di nêzî sed sal dîroka Komara me da ewlatên pir bi qîmet mezin kirin û li piştgiriya mezin daye welatê me. Armanca me ya hevpar ew e ku herdu gelên  ji seranserê dîrokê di êş û kulan û kêfxweşian da bi hev ra bûne, birînên berê bipêçin û têkiliyên xwe jî xurttir bikin."

Serokomar Erdogan got, "Em ê ji bo sivikbûna êşên we û çareserkirina pirsgirêkên we bi we ra bin" û wiha dewam kir:

"Aramî, ewlehî û kêfxweşiya cemeata Ermeniyên li welatê me ji bo me gelekî girîng e. Yên rê didin ku welatiyekî me yê Ermenî ji civakê bên cihêkirin, dûr xistin dê li hember xwe me bibînin."

Dîroka nûkirinê: 24 Nîsan 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE