Ji bo avahiya nû ya Orkestraya Senfoniyê ya Serokkomariyê ya 194 salî vekirina dîrokî

Avahiya Orkestraya Senfoniyê ya Serokkomariyê ku 23 sal berê bingewa hatibû avêtin û hat temamkirin dê bibe yek ji navendên sereke yên muzîkê yên metropolên dinyayê bi konserên îro û sibê bên dayîn va wê deriyên xwe li hezkirên hunerê veke.

Ji bo avahiya nû ya Orkestraya Senfoniyê ya Serokkomariyê ya 194 salî vekirina dîrokî

Amadekariyên vekirina dîrokî ya di 3yê berfanbarê da ya avahiya nû ya Orkestraya Senfoniyê ya Serokkomariyê (OSS) ku dê bibe yek ji navendên sereke yên muzîkê yên metropolên dinyayê, berdewam in.

Avahiya ku kampusa wê ya muzîkê ji "Salona Mezin" a bi 2023 kursiyî, "Salona Hêşîn" a bi 500 kursiyî, "Salona OSSyê ya Dîrokî" ya 600 kesî, restoran, muze û qadên servekirî pêk tê, dê bibe navenda civatê ya hezkiriyên çand û hunerê.

Avahiya nû ya OSSyê ku xîmê wê 23 sal berê hat danîn lê bi salan e înşeata wê temam nebûye, bi telîmata Serokkomar Recep Tayyip Erdogan û hewildanên Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nuri Ersoy hat xilaskirin, hindik ma bikeve xizmetê.

Midûrê OSSyê Ozgur Balkiz ku deriyê avahiya nû li AAyê vekir, diyar kir, yek ji qonaxên herî girîng ên orkestraya 194 salî, vebûna avahiya nû ye.

Balkiz da bibîrxistin ku vekirina avahiya nû dê ji hêla Serokkomar Erdogan were kirin û wiha got, "Ji xwe bi emrê wî ev der hat çêkirin. Brêz wezîrê me yê Çand û Turîzmê, alîkarên wî jî dê li vir bin. Dê vekirineke zehf rind zehf dîrokî be."

Balkiz diyar kir ku di konsera roja 3 û 4ê berfanbarê da sopranoya navdar Angela Gheorghiu û piyanîstên serkeftî Guher û Suher Pekinel jî dê bên ezimandin û her wisa OSSyê bernameyeke bijarete ku dê 1,5 saet bidome amade kiriye.

Balkiz her wisa wiha got, "30 hunermendên ciwan beşdarî orkestraya me bûn. Bi xêra wezareta me, orkestraya me bihêztir bû. Em ê di vê konserê da jî bi kadroya ciwan derkevin, bi kadroya navneteweyî va jî konseran bidin."

Guhdarvan dê bi koda HESê beşdar bibin

Balkiz diyar kir ku ji ber şewba Kovîd-19ê tedbîrên berfireh ji bo bernameya vekirinê hatine wergirtin û wiha got, "Roja konserê em ê 700 kesî hildin salona 2023 kesî. Her wisa guhdarvan dê bi koda HESê derbasî hundir bibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE