Ji bo Aysel Tugluk û Sebahat Tuncelê biryara girtinê

Ji bo Aysel Tugluk û Sebahat Tuncelê biryara girtinê

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya bûyerên bi hinceta Kobaniyê di 6-8ê cotmehê da hatin lidarxistin der heqê Aysel Tugluk û Sebahat Tuncela parlamenterên HDPyê yên berê da biryara girtinê da.

Di çarçoveya lêpirsînê da serdozgeriyê bi daxwaza girtinê herdu parlamenterên berê sewqî hakimtiya ceza silhê kirin. Herdu parlamenter jî ji ber sûcên din di Girtîgeha Kandirayê da bi sîstema dîtbarî va jêpirsîna wan hat kirin. Di encama jêpirsînê da Hakimtiya Ceza Silhê ya 5an a Enqereyê ji bo Tugluk û Tuncelê biryara girtinê da.

- Tesbîtên di biryara girtinê da

Di biryara girtinê da hat gotin ku di 6-8ê cotmehê da li bajarên cuda yên Tirkiyeyê bi kordîne sîlah, teqemenî, kevir û dar hatin bikaranîn, barîqat hatin danîn di encamê da zirar dan malên gel û dewletê, bûn sedema kuştin û birîndarbûna gel, ev jî bi kordinasyona PKKya rêxistina terorê û sazîbûna wê ya dervayê welêt hat kirin.

Dîsa di biryarê da hat gotin ku "Li Kobaniyê têkoşîna komeke nijadî derxistin pêş, hewl dan ji bo hereket û çalakiyên li Tirkiyeyê cesaret bidin gel", hevserok, nûner û parlamenerên HDP, DBP, HDK û DTKyê di vê çarçoveyê da bang kirin ev jî bi tesbît û parvekirinên medyaya civakî va di dosyeyê da hene.

Di biryarê da bi bîr xistin ku "Sabahat Tuncel di dema van bûyeran da qaşo hevseroka Kongreya Demokratîk a Gel (HDK) bû, ji ber wezîfeya wê ya îdarekirin û biryardayîna kongreyê dibê were qebûlkirin ku ji çalakiyan haydar bû.

Hat gotin daxuyaniyên Aysel Tugluk û parastina wê ya ku dibêje hesabê wê ketiye destê kesên din û li ser wan tişt hatine parvekirin rast xuya nakin.

Hat destnîşankirin dema beyana aliyan, zabitnameyên teşxîsê, zabitnameyên dîmenên bûyerê, zabitnameyên lêkolîna dijîtal, lêgerîn û zabitnameyên destdanînaser, naveroka e-maîlên a bi rêxistinê ra têkildar bûne hatin nirxandin delîlên berbiçav û xurt hene ku Tuncel û Tugluk sûcdar in.

Ji bo sûcên wan hat gotin xirabkirina yekîtiya dewletê û welêt, veşartina sûc û veşartina delîlên sûcekî din, ji bo ku neyên girtin teşebûsa kuştinê, ji hêza rêxistinên sûcê feyde girtine û bi çekan ve ji hezaran zêdetir kes şêlandine û der barê van sûcan da delîlên xurt hene.

Di biryarê da hat gotin biryar hatiye dayîn ku Tuncel û Tugluk bên girtin.

- Lêpirsîn

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag Şenoglu jî di nav da der barê çalakiyên Kobaniyê yên 2014an da lêpirsîn dabû destpêkirin. Di vê çarçoveyê da der barê 82 şikbaran da biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Li 7 bajaran operasyonên hevdem hatibûn kirin û 20 şikbar hatibûn girtin. Ji şikbaran Sirri Sureyya Onder, Altan Tan û Guler Akkaya bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan, hin parlamenterên berê yên HDPyê jî di nav da 17 kes hatibûn girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE