Ji bo bajarên li rojhilatê hişyariya hişkî û qeşayê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li 4 bajaran ji ber cemed û hişkiyê hişyarî hat dayîn.

Ji bo bajarên li rojhilatê hişyariya hişkî û qeşayê

 Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li 4 bajaran ji ber cemed û hişkiyê hişyarî hat dayîn. 

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14emîn a Meteorolojiyê li herêmê hewa wê pir ewrayî be, li derûdorê Mûş û Wanê wê berf bibare.

Li herêmê bi şev dibe ku qeşa, mij û dûman çêbibe û ji hêla bakur jî ba û bahoz wê rabe.

Germahiya hewayê ya herî kêm di bin sifirê da li Wan, Hekarî û Bidlîsê 1 li Mûşê 0 pile hat pîvan.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê ya herî zêde li Wanê 3, li Hekariyê 2, li Mûşê 0 û li Bidlîsê jî di bin sifira da wê 1 pile be.

Li Gola Wanê hewa wê pir ewrayî be û berf wê bibare. 

Rayedaran hişyarî da ku li hemû herêmê dibe ku aşît, qeşa û hişkî çêbe û ji ber vê bila welatî û şofêr bê tevdîr nemînin û baldar bin.AA

Dîroka nûkirinê: 29 Kanûn 2018, 16:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE