Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcanê ragihand, şofêrên Tirkiyeyê ên ku semptomên Kovîd-19ê bi wan ra tunene, bi şertê ku her cure tevdîrên tenduristiyê hildin, wê bikaribin li benda tijekirina 14 roj dema karantînayê nemînin û cardin herin derveyî welêt, lê ketin û derketina deriyên sînor ên Iraq û Îranê ne tê da ye.
Pekcanê di daxuyaniya nivîskî da biryarên nû yên ji bo barkêşiya bazirganiya navneteweyî eşkere kirin.
Pekcanê bal kişand ser girîngiya biryaran û wiha got, "Şofêrên Tirkiyeyê ên ku di encama mianekirina yekeyên Wezareta Tenduristiyê da semptomên Kovîd-19ê bi wan ra tunene, bi şertê ku her cure tevdîrên tenduristiyê hildin, wê bikaribin li benda tijekirina 14 roj dema karantînayê nemînin û cardin herin derveyî welêt, lê ketin û derketina deriyên sînor ên Iraq û Îranê ne tê da ye."
- Ji bo şofêrên biyanî yên ku semptomên wan ên Kovîd-19ê hene destûr tuneye
Pekcanê ji bo şofêrên biyanî jî wiha got, "Şofêrên biyanî yên ku di wan da semptomên Kovîd-19ê tunene, bêyî ku 14 rojan têkevin karantînayê destûra wan wê were dayîn ku di nav 72 saetan da barên xwe daynin û vegerin."
Pekcanê destnîşan kir ku têketina hin wesayît û şofêran girîng e û wiha dewam kir: "Wesayîtên ku derman, alavên tibî û xida lê barkirî ne ku ji bo Tirkiyeyê acil lazim in, wê bikaribin pêşiya yên din têkevin welêt."
AA