Şaredariya Batmanê, ji bo veguhastina nav bajêr 21 wesaîtên nû kirîn. bi otobusên nû wê trafîka bajêr rehet bibe û konfora rêwitiya nav bajêr baştir bike.
Şaredariya Batmanê ji bo rihetiya gel xebatên xwe didomîne.
Herî dawî 10 otobus û 11 wesaîtên din tevlî fîloya Şaredariya Batmanê bûn.
Bi saya otobusên nû wê veguhestin û rêwitiya nav bajêr baştir bibe.
Alîkarê Şaredariyê Adnan Yürük got tevî otobus û wesaîtên nû wê li Batmanê çûyîn û hatin hêsantir bibe.
Tevî wesaîtên nû li Batmanê hejmara otobusên veguha stina komî bû 80.