Ji bo belema li Gola Vanê winda bibû xebatên lêgerînê dewam dikin

Di xebatên lêgerînê da cesedên 2 kesên din jî hatin dîtin

Ji bo belema li Gola Vanê winda bibû xebatên lêgerînê dewam dikin

Li Vanê di xebatên lêgerînê ku li ser îxbara di Gola Vanê da belemek wenda bû, di 27ê hezîranê da hatibûn destpêkirin da cesedên 2 kesên din jî hatin dîtin.

Ji bo dîtina belema ku li Taxa Altinsaça Gevaşê çû nava Gola Vanê, lêbelê paşê tu xeber jê nehat hildan, ekîban serê sibehê cardin dest bi xebatan kirin.

Li ser rûyê golê ekîbên Cendirme, Midûriyeta Ewlekariyê, AFAD, UMKE û tenduristiyê xebatên lêgerînê didomînin.

Di xebatên ku ji Hêzên Deryayî jî tîmek beşdar e da bi cihazê kişandina dîmenê binê avê (ROW) va li herêmê lêgerîn tê kirin. Ekîb bi 4 cihazên sonar û 4 jî yên ROW va xebatan didomînin. Her wiha ekîbên mayîn jî ji asîman, beja û rûyê golê xebatên lêgerînê didomînin.

Di xebatan da ji duh va ekîban cesedên 2 kesên din jî dîtin. Heta niha bi tevahî cesedên 11 kesan hatin dîtin, lê belem hê jî nehatiye dîtin.

Hat ragihandin, ji ber şertên neyênî yên hewayê rûyê golê şêlû ye û lewma jî cihaz dîmenên zelal nikarin bikişînin.

- Bûyer

Li Vanê 27ê hezîranê ji Sedat û Medeni Akbaşê ku li Taxa Altinsaçê bi belema xwe ajotin nava Gola Vanê, demeke dirêj xeber nehat sitandin û li ser vê yekê mixtarê taxê îxbar kiribû ku du kes wenda ne.

Li ser îxbarê bi helîkoptera ku kameraya wê ya termal a bi şev jî dibîne heye, firokeya bêfirokevan û botên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê û Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê va di golê da û li dewrûbera golê fealiyeta kontrol-lêgerîn hatibû destpêkirin, lêbelê tu şopeke belemê nehatibû dîtin. 4 kesên ku piştî bûyerê hatibûn binçavkirin, hatin tewqûfkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE