Çiyager ji bo berfedimsê bixwin derketin ser çiyayê Nemrûda li rehewayê. Endamên komeleya Çiyagerên Bitlisî li ser çiya berfedims çêkirin û xwarin.
Li Ahlata Bitlisê, gel, ji bo berfedimsê çêkin diçin Çiyayê Nemrûdê.
Endamên Komeleya Çiyagerên Bitlisê jî gotin em ê di biharê de berfedimsê bixwin û hilkişiyan çiyê.
Gihaştin sertarê çiyê dims û berfê tevî hev kirin û şîraniya xwe ya kevneşopîk xwarin..
Çiyager dibêjin ev ji bo wan bûye adet û her sal bi komeke 150 kesî dertên serê çiyê. Lê ji ber şewba Koronavîrûsê îsal hindik kes hatine.