Ji bo bersûcê ku li Konyayê ji heman malbatê 7 kes kuştibûn cezaya hebsa muebbeda 7 caran girankirî hat dayin

Ji bo bersûcê ku li Konyayê ji heman malbatê 7 kes kuştibûn cezaya hebsa muebbeda 7 caran girankirî hat dayin

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê lêpirsîna derbarê êrîşa ku tê 7 kesên ji heman malbatê hatibûn kuştin qedand. Di îddanameya ji bo bersûc Mehmet Altun ji 'bi hesta hovane plankirina kuştinê bi qesdî' cezaya hebsa muebbeda 7 caran girankirî hat dayin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê serdozgeriyê ve tê ajotin de, karûbarên ji bo berhevkirina hemî delîlan temam bû.

Di îdîanemya ku hat amedekirin de nbal bo wê yekê hat kişandin ku sucê bersûc Mehmet Altunê girtî "plankirî" hatiye encamdan.

Derbarê Altun de ji bo bûyera kuştinê tekezî li 'bi hesta hovane plankirina kuştinê bi qesdî' hat kirin û cezaya hebsa muebbeda 7 caran girankirî hat xwestin.

Herwiha Altun ji sûcê "îhlala parêzbendiya xanî" ji salekê heta 3 salan, ji sûcê "mixalefeta qanûna bi hejmara 6136", ji salekê heta 3 salan û ji sûcê "zirardana mal bi şewitandinê" jî heta 8 salan cezakirin hat xwestin.

- Ji bo 10 bersûcên din jî xwestina cezayê ji sûcê "navtêdanê"

Di çarçoveya lêpirsînê de ji bo bersûcên din Yahya Çalik, Îbrahîm Keleş, Ramazan Çalik, Ali Çalik, Lutfî Keleş, Alî Keleş (kurê Lutfî Keleş), Velî Keleş, Alî Keleş (kurê Velî Keleş), Ayşe Keleş û Alî Keleş (kurê Harun Keleş) ji bo 'bi hesta hovane plankirina kuştina 7 kesan bi qesdî' herekê 7 sal cezaya hebsa muebbed a girankirî ji sûcê "zirardana mal bi şewitandinê" jî heta 8 salan cezayê hebsê hat xwestin.

Derbarê hevjîna bikerê sereke yê bûyerê Zehra Altun, bavê wê Îbrahîm Altun, dayika wê Îsmahan Altun jî ji bo rabûna gumana sûcê biryara texliyeyê hat dayin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE