Ciwanên Siirtî ji bo bibin polîs li parkura POEM’ê dixebitin. Şaredarî û Qeymeqamiya Pervariyê ji bo ciwan karibin amadehiya ezmûna parkura POEM’ê bikin kursa parkurê da destpêkirin.
Ciwanên Pervariyê ji bo parkura POEM’ê qezenc bikin hewl û xîreteke mezin didin.
Namzedên polîsiyê ji bo haziriyeke baş bikin li Pervariyê beşdarî kursê dibin.
Kursa parkurê ji aliyê Qeymeqamî û Şaredariyê ve hat vekirin.
Kurs ji aliyê mamosteyên Midûriyeta Perwerdê ya Navçêyê ve tê dayîn û di kursê de 22 namzed hewl didin ku bibin polîs.
Di nav 22 kesan de 5 keçik jî ji bo bibin polîs bênavber dixebitin.