Li Semsûrê, xwendekarên lîseyê ji bo bibîranîna hozan û stranbêjan projeyek li dar xistin. Ciwanan di konserê de stranên hozanên navdar gotin.
Aşik Weysel, Neşet Ertaş, Aşik Mehsunî û hunermendên din ên herêmî…
Xwendekarên Lîseya Anadolê ya Semsûrê di çarçoveya projeyê de hunermendên navdar bi bîr anîn.
Navê korîdora mezin a dibistanê jî kirin “Kuçeya Aşiq û Hozanan”…
Xwendekaran, bi pêşengiya mamoste Hûlya Temelêl konserek jî da.
Di konserê de hunermendê herêmî Mistefa Yavuz jî stran gotin.