Ji bo bîran sîstemeke robotîk çêkir

Bi sîstema robotîk eşya û pompeyên ku ketine nav bîrê derdixe

Ji bo bîran sîstemeke robotîk çêkir

Hostayê Sondajê Ender Demîr, sîstemeke robotîk çêkir. bi vê robotê eşya û pompayên ku ketine nav bîran dibîne û derdixe. cotkar bi saya vê sîstemê ji mesrefan xilas dibin.

Li herêmê ji bo avdaniya erdan bîr tên lêxistin.

Lê di dema vedana bîrê de hin caran eşyayên biqîmet, hin caran jî pompe dikevin nav bîrê. Derxistina wan jî bi zor û zehmet e.

Hostayê sondajê Ender Demirê ji Batmanê ji bo vê meseleyê sîstemeke robotîk a bi kamerayî çê kir.

Beriya vê cotkaran nikarîbû pompayên xwe derxin. Hin caran pompeyeke nû dikirîn. Hin caran jî bîreke nû vedikirin.

Bi saya vê sîstemê welatî him bi rehetî eşya û pompayên xwe derdixin him jî ji mesrefan xilas dibin.

Dîroka nûkirinê: 10 Tebax 2019, 14:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE