Ji bo bajarên Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya şepe, qeşa û cemedê hat dayîn.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14mîn a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewa wê perçe û pir ewravî be, li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê dem demî berfê bibare.
Germahiya hewayê y herêmê wê li gor demsalê be, ji aliyên rojahilat û başûr bayekî nerm, car caran jî nîveqewî wê rabe.
Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê ya herî zêde li Wanê 2, li Mûşê sifir, li Hekarî û Bidlîsê jî di binê sifirê da pileyek be.
Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira ji ber talûkeya şepeyê ji berpalan dûr bisekinin û bê tevdîr dernekevin rê.
AA