Ji bo cejnê seferên trênên bilez hatin zêdekirin

Ji bo cejnê seferên Ankara û İstanbulê hatin zêdekirin...

Ji bo cejnê seferên trênên bilez hatin zêdekirin

Rêhesinên Dewletê ji bo ku di cejna remezanê de pirsgirêk çênebe hin tevdîr standin. di xeta enqere û stenbolê de ji bo 31ê gulanê , 1 - 8 û 9ê hezîranê seferên trênên bilez hatin zêdekirin.

Firotina bilêtên seferên nû yên Trêna Bilez wê îro dest pê bike. Sefer di saet 11.15an de wê ji Enqereyê dest pê bikin. Di saet 5ê êvarê de jî ji Stenbolê.

Her wiha li Îzmîr Mavî trenê, li Konya Mavî Trenê, li Ekspresa Başûr-Kurtalan û ekspresa Gola Wanê, ekspresa Erciyesê, ekspresa Torosê, ekspresa Firatê, ekspresa Pamukkaleyê û li trênên herêmî jî vagon hatin zêdekirin.

Bi vî awayî di trênên xetên mezin de 50 hezar, di trênên bilez de 3 hezar û 300 koltiq hatin zêdekirin. Di vagonên binivîn de jî 200 nivîn hatin zêdekirin.

Her wiha ji bo di cejnê de ihtiyaca welatiyan a ji bo trênên bilez bê peydakirin, dema firotina bilêtên çûn û hatinê ji 15 rojan hat derxistin 25 rojan.

Dîroka nûkirinê: 22 Gulan 2019, 17:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE