Li Colemêrgê tîmên VEDAŞ’ê ji bo li cihên bilind bi awayekî berdewamî ceyran hebe, bênavber dixebitin. Niha di çarçoveya xebatan de dîrekên nû tên danîn û xetên nû tên kişandin.
Tîmên Belavkirina Ceyranê ya Vangolûyê VEDAŞ, li Colemêrg û navçeyên wê xebatên xwe didomîne.
Li Çelêya navçeya Colemêrgê ji bo berdewamiya ceyranê dîrek tên çikkirin û xetên nû tên kişandin.
Ji bo vê yekê jî li Geliyê Zapê û deverên bilind xebat bi awayekî bênavber dewam dikin.
Her wiha Waliyê Colemêrgê Erdoğan Gürbüz jî gelek girîngiyê dide xebatên li herêmê.