Hêzên Artêşa Turkiyeyê (TSK) ji bo cihên çavdêriyê yên li Îdlibê cebilxane û komando şandin.
Wesayîtên komando tê da û cebilxane lê barkirî ku ji yekîneyên curbecur ên Turkiyeyê derketibûn rê gihîştin Reyhanliya navçeya Hatayê.
Di bin tewdîrên ewlehiyê yên berfireh da 150 wesayît ber bi xalên çavdêriyê yên Îdlibê va hatin şandin.
Li gor agahiyên hatin hildan ji bo zeximkirina cihên çavdêriyê yên li Îdlibê ev sewqiyat tên kirin.