Rumeysa Feyza Dilekoğlu ji Mêrdînê çûkê xwe winda kir. Ji bo ku çivîka xwe bibîne jî îlanek amade kir. Li ser waliyê bajêr çûkek kirî, bi xanima xwe re hat mala Rumeysayê û ew diyariyê wê kir.
Rumeysa Feyza Dilekoğlu li Mêrdînê dijî. Çend roj beriya vê çîvika Rumeysayê winda bû.
Rumeysayê jî îlanek amade kir. Li ser îlanê resmê çîvika xwe çêkir, taybetmendiyên çivîkê û nimreya telefona bavê xwe li ser nivîsî.
Waliyê Mêrdînê Mahmut Demirtaş ev îlan dît û ji bo Rumeysayê çûkek kirî û bi malbata xwe re çû mala wê.
Walî Demirtaş got, ”Min îlana Rumeysayê dît. Me got em keçika xwe kêfxweş bikin. Me ji bo wê çîvikek kirî û me diyariyê Rumeysayê kir. Dema zarok kêfxweş dibin dinya jî xweş dibe.”
Walî û xanima wî çîvik diyariyê Rumeysayê kirin. Rumeysa jî bi vê yekê pir kêşxweş bû û sipasî malbatê kir.