Ji bo çûna nav Yûnanistanê dê testa Kovîd-19ê bê xwestin

Li Yûnanistanê heta nuha 10 varyantên Omicronê hatine tesbîtkirin

Ji bo çûna nav Yûnanistanê dê testa Kovîd-19ê bê xwestin

Ji bo çûna nav Yûnanistanê dê ji hemî geştiyaran testa PCRê ya cureya nû ya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) bê xwestin.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat destnîşankirin ku dê ji hemî geştiyarên ku bên nava Yûnanistanê, bê cudakirina welatê ku jê tên, dema hatina nav welêt dê testa PCRê ku herî zêde beriya 48 seatan hatibe kirin, bê xwestin.

Piştî ku li wîwelatî varyanta Omicronê ya Kovîd-19ê hat tesbîtkirin, dê ev tedbîra ku di çarçoveya têkoşana dijî pandemiyê de hatiye sitendin, ji 19ê sermawezê saet 06.00ê şûn da têkeve rewacê.

Li Yûnanistanê heta nuha 10 varyantên Omicronê hatine tesbîtkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE