Ji bo danasîna birincê Qerejdaxê li benda piştgiriya şefên bi nav û deng in

Birincê Qerejdaxê yê bi destê Saziya Marqe û Patentê ya Tirkiyeyê hat tescîlkirin li bintara çiyayê Qerejdaxê tê reşandin. Birinc piştî çinînê tê hişkkirin, ji qaliqan tê safîkirin û paşê jî tê ser sifreyan.

Ji bo danasîna birincê Qerejdaxê li benda piştgiriya şefên bi nav û deng in

 Li Diyarberkirê Qaymeqamtiya Çinarê bi xebatên da destpêkirin va dixwaze bi piştgiriya şefên xwarinê yên bi nav û deng birincê Qerejdaxê yê bi ava tebiî di nav kevirên kewke da hêşin dibe li dinyayê bide nasîn.

Birincê Qerejdaxê yê bi destê Saziya Marqe û Patentê ya Tirkiyeyê hat tescîlkirin li bintara çiyayê Qerejdaxê tê reşandin. Birinc piştî çinînê tê hişkkirin, ji qaliqan tê safîkirin û paşê jî tê ser sifreyan.

Qaymeqamtiya Çinarê ji bo birincê herî zêde di nav gelê herêmê da tê xwarin li dinyayê bide nasîn dest bi xebatan kir.

Jinên li Navenda Piştgiriya Malbatê ya Çinarê û Koperatîfa Jinan a Çinarê ya qaymeqamtiyê ava kir birincê Qerejdaxê pakêt dikin ji şefên xwarinê, restoran û çêkerên bernameyan ra dişînin.

Guher Sînem Buyuknalçaciya Qaymeqama Çinarê diyar kir ku birincê Qeredaxê yê di şertên tebiî da hêşin dibe şekir zehf kêm e û proteîn jî tê da zêde ye.

Buyuknalçaciyê diyar kir ku bi jinan ra birinc çinîn û wiha axivî: "Birincê ku me çinî ji bo li dinyayê bidin nasîn em bi jinên li Navenda Piştgiriya Malbatê ya Çinarê û Koperatîfa Jinan a Çinarê ra ji restoran şefên xwarinê ra dişînin. Em dixwazin birincê xwe bi dinyayê bidin nasîn."

Buyuknalçaciyê destnîşan kir ku gelê herêmê xêncî birincê Qerejdaxê birincê ciyekî din navxwe, jin kom kirin û seferberiya danasînê dan destpêkirin.

Buyuknalçaciyê axaftina xwe wiha domand:

"Dema em birinc didin nasîn em ji motîfên Kelha Zervanê jî îstifade dikin. Me li ser tûrên birinc nexşa li ser xemleke li kelhê hatibû dîtin çap kir. Me got bi tenê birinc nedin nasîn, bila ji Kelha Zerzevanê jî nîşan hebin. Em gazî şefên xwarinê yên bi nav û deng dikin ku bira werin li Kelha Zerzevanê ya ganîzona sînor a Romayê bernameyê çêbikin."

Nezahat Arzuya ji jinên tevkariyê didin danasînê got ji ber ku piştgiriyê dide projeyê gelekî kêfxweş e, birincê Qerejdaxê xweş e û organîk e .

Buşra Azboyê jî got, "Em dixwazin li dinyayê bidin nasîn. Em tehma birincê xwe dizanin bira merivên din jî tehm bikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE