- Li Hekariyê ji bo Nurcan û Bedîrhan Mustafa Karakayayê 11 mehî ku di êrîşa terorê da hatibûn kuştin, merasîm hat kirin.
Merasîm li Fermandariya Tuxaya Çiya û Komandoya Hekariyê hat kirin.
Cinazeyê dayik û zarok bi alaya Tirk va hat pêçandin. Serkan Karakayayê ku jin û zarokê wî şehîd bûn bi balgeha kurê xwe hat ciyê merasima cinaze.
Alîkarên Waliyê Hekariyê Bekîr Abaci, Mehmet Nurullah Karaman, Wekîlê Serokê Şaredariya Hekariyê Cuneyt Epcîm, Serdozgerê Komarê Mustafa Balik, Wekîlê Fermandarê Cendermeyê ya Bajêr Umut Ozturk, Midûrê Ewlehiya Bajêr Suvat Dîlberoglu, Serokê AK Partiyê yê Bajêr Emrullah Gur, malbata şehîdan, amirên saziyan, gelek esker û polês beşdarî merasîmê bûn.
Cinazeyan piştî merasîmê anîn Balafirgeha Selahaddîn Eyyubî. Li vê derê bona şehîdan merasîmek hat kirin. Qûr'an hat xwendin û dia kirin. Cinazeyên şehîdan paşê li ser milên eskeran bi tekbîran kirin balafirê û şandin Qeyseriyê.
AA