Ji bo dayikên Diyarbekirê weşana taybet

Dayik û bavan bertek nîşanî Parlamentera HDP'ê Remziye Tosunê dan

Ji bo dayikên Diyarbekirê weşana taybet

Li Diyarbekirê nobeta dayikên dilşewat dewam dike. TRT Kurdiyê jî ji bo dayikan bernameyeke taybet çêkir. dayik bavan dîsa bangî kur û keçên xwe kirin ku vegerin. Parlamentera HDP'ê Remziye Tosunê heqaret li dayikan kiribû. dayik û bavan bertek nîşanî Tosunê dan.

Ji weşana taybet;

Mevlüde Üçdağ :” 413 roj in ez ji bo kurê xwe li vir im. Min kurê xwe ji bo wan mezin nekir. HDP, gefê li me dixwe, heqaretiyê li me dike û dibêje hûn çima tên zarokên xwe dixwazin. Bila bizanibin ku em ê qet dev ji micadeleya xwe bernedin.

Bilal Avunan: Yek kurê min heye, hêviya min jî ew e. Heya kurê min neyê ez ê şev û roj li vir bim. Ji bo piştgiriya Serok Erdoğan û wezîran jî em spas dikin. Heya niha 19 malbat gihiştin ewladên xwe, em jî hêvî dikin ku zarokên me jî vegerin.

Hatice Levent:Fadîme kî te xapand. Ez bangî PKK'ê jî dikim. Zarokên me berdin. We çi ji van zarokên belengaz xwest. We çi ji van dayikên belengaz xwest. Yên ku zarokên me dişînin, bila zarokên xwe jî bişînin çiyê. Zarêkên me bidin me. Fadimeya min bidin min.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE