Ji bo dayîna deynên li SGK’ê hêsanî

Deynên karmendan ên ku ji 12 mehan zêde nîn in, wê bên teqsîtkirin

Ji bo dayîna deynên li SGK’ê hêsanî

Saziya Ewlehiya Civakî, barê karmendên ku prîmên xwe di wextê wê de ranezandine gelek sivik kir. Karmendên ku deynên wan ji 12 mehan zêdetir nîn in, wê karibin deynên xwe bi teqsît bidin. Ji bo deynên heta 500 hezar lîreyî jî wê temînat neyê xwestin.

Di çarçoveya Plana Xebatên 100 rojî de, barên karmendan siviktir dibe.

Karmendên ku şertên wan digrin wê karibin deynên prîmên xwe her meh bi teqsît bidin.

Deynên xwe yên ku qewlê wan ji 12 mehan derbas nakin wê karibin bikin teqsît.

Ji bo deynên heta 500 hezar lîreyî jî dê temînat neyê xwestin.

Ji bo deynên zêdetirî 500 hezarî jî wê ji sedî 25 temînat bê girtin û heta 60 mehan wê bên taloqkirin û teqsîtkirin.

Di deynên prîmê de, ji dêvla zem û cezayê derengmayînê de wê rêjeyên Endeksa Bihayê ya Hilberînerên Xwemalî li gorî usula hêsan bê sepandin.

Mikelefên bacê an jî saziyên wek bazirganî, cotkarî û pîşeyên ku dahata wan salane ye jî wê bikaribin ji vê sepandinê îstîfade bikin.

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Ciwakî Zehra Zümrüt Selçuk derbarê vê mijarê de axivî û got: “karmendên me çiqas biqewet be îstihdama me jî wê wisa biqewet be.”

Dîroka nûkirinê: 20 Mijdar 2018, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE